
ENKSê pêşwazî li şandiyê Emerîkî yê nû kir
Sep 01 2022
ARK NEWS... Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê duh 31ê Tebaxa 2022yan, pêşwazî li şandiyê Emerîk yê nû, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Civîn duh li nivîsgeha ENKSê bi rê ve çû tê de serokê ENKSê Siûd Elmela û endamên desteya serokatiya ENKSê Mihemd Ismaîl, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif û Nimet Dawûd amade bûn.
Di civînê de behsa rewşa deverê bi giştî hat kirin.
360