Divê çend weke Hoşeng Osê hebin?
Şêxo Efrînî

Divê çend weke Hoşeng Osê hebin?

Aug 26 2022

Divê çend weke Hoşeng Osê hebin?
Şêxo Efrînî

Hoşeng Osê, nivîskarekî kurd e, dema 20 salan di nava refên PKKê de ma û karê rojnamevanî û siyasî kir. Ji nûciwaniya xwe ve, weke her kesekî, mejî hat şuştin û tevlî PKKê bû, ez behsa wê serdemê nakim ku çawa 20 salan maye, piştre derketiye, ji ber ku navbûrî, bi xwe, lêborîna xwe gelek caran xwestiye û gotiye: "Biryareke şaş bû". Piştî ku rastiya PKKê nas kir, bi xwe vekolîn, lêkolîn û lêpirsîn kirin, gihişt wê baweriyê ku divê cuda bibe, û şoreşekê li dijî wê rêxistinê rake.

Êdî dest bi diyarkirin, eşkerekirin û riswakirina kiriyarên rêxistinê kir. Bi belge, bi nav, bi cih û bi hûrgulî, bi hezaran dose vekirin, doseyên siyasî, sexurî, rewiştî, koletî, xepandina kolana kurdî, revandin zarokan, jihevxistina civaka kurdî, gendelî, bazirganiya bi gel, diziya bi melyon dolaran, karkirin bi dagîrkerên Kurdistanê re, dijayetiya kurdperwer û welatparêzan, piroseya kuştin û terorkirinê, şerê Efrînê, helwêstên nezelal, çawaniya anîna PKKê bo Rojavayê Kurdistanê, deskeftiyên wan û bi sedan mijar û babetên girêdayî PKKê ve, di roman, gotar, belavok û perçevîdiyoyên xwe de, bi her du zimanên kurdî û erebî ji raya giştî re belav kirin û dike.

11 sal in, dîwarê tirsê şikandiye û şoreşek ragihandiye, tê de rastiya PKKê, kiryar û binpêkirinên wan li Rojavayê Kurdistan, Bakurê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Rojhiltê Kurdistanê û Ewropayê diyar dike. Ji ber vê yekê rastî gefa kuştinê hatiye, PKKê fermana kuştina wî daye, dixwaze wî tune bike û bêdeng bihêle, lê eger bi sedan weke wî hebana, rewşa me dê ne weha ba, hêlîna tirsê di dilê kurdan de, mezin nedibû.

Bi rastî min gelek helwêst û berhemên siyasetmedar û nivîskarên ku berê PKKê bûn, guhdar kirine, dîtine û xwendine, wek nivîskarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, karê wan cihê rêzê ye, lê bi rastî weke Hoşeng min nedîtine ku weha bibandor e û rola wî gelek e, bêguman her kesek cihê rêzê ye û karekî berçav dike, lê ew bi tenê ne bes e.

PKKê karekî metirsîdar dike, Bakurê Kurdistanê têk bir, Rojavayê Kurdistanê têk bir, niha kar li ser têkbirina qewareya Herêma Kurdistanê jî dike, divê her aliyek û dezgehek bi erkê xwe rabe, divê were diyarkirin ku ji sala 1978an de endamên PKKê çi kirine? Çi dikin? Di xizmeta kê de ne? Ecindeyên kê bi cî dikin? Çi siyasetekê bi rê ve dibin? Ji raya giştî re bi zelalî diyar bikin.

Ev yek karekî cidî, rijd û berdewam tê xwestin, ji tevgera kurdî, saziyên sivîl, rêxistin, rojnamegeriya kurdî, kenalên kurdî, nivîskar, siyasetmedar, romanivîs û her berketiyekî kurd, şoreşekê ragihîne, ji ber ku dem diçe, hêdî hêdî em dihelin, pirsgirêkên me zêde dibin û kurmê darê destê xwe datîne ser her warekî û destêwerdanê dike.
Ma gelo divê çend weke Hoşeng Osê hebin da ku rastiya vê rêxistinê diyar bibe?

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

544