Efrîn .. Jinên Cindirêsê xwepêşandanek li dijî çakdaran li darxist

Efrîn .. Jinên Cindirêsê xwepêşandanek li dijî çakdaran li darxist

Aug 06 2018

ARK NEWS.. Li navçeya Cindirêsê li gunewarê Efrîna Rojavayê Kurdistana xwepêşandanek jinan derket têde binpêkirinên berdewam yên girûpên çekdar derheqê welatiyên sivîl hatin şermezar kirin herwiha daxwaza berdana bilez ya girtiyên di zîndanên wan de kirin.

Xwepêşanderekî ji ARKê re ragihand ku bi sedan ji malbatên girtiyan ku piraniya wan jin bûn derketin xwepêşandanekê li kolana sereke li navçeya Cindirêsê ji bo dawaza serbest berdana girtiyên di zîndanên girûpên çekdar de ku piraniya wan temen mezinin û rewşa wan ya tendirustî xirab e.

Heman jêderê ragihand ku xwepêşanderan siloganên li dijî girûpên çekdar bilind kirin û daxwaza rawestandina girtina welatiyên Efrînê herwiha siloganên li dijî binpêkirinên berdewam bilind kirin û desteserkirina otobêêlên welatiyan bi karekî xirab binav kirin.


Wî xwepêşanderî diyr kir ku ev e cara sisiyane ku xwepêşandanek jinan derdikeve di çend heyvên bûrî de ji bo bicihkirina daxwazên wan û rawestandina kiryarên girûpên çekdar derheqê sivîlên Efrînê de .

Ew xwepêşandan tên piştî ku girûpên çekdar şazde welatiyên Kurd li Cindirêsê girtin û piştre daxwaza pareyên pir beramberî serbest berdana wan ku ta niha 8 kes hîn girtîne kirin .

Ev e demeke rêjeya binpêkirinan li dijî welatiyên sivîl yên Kurd li Efrînê zêde bûne ku girtina sivîlan bikartînin ji bo ku pareyên pir ji malbatên wan wergirin, herwiha hewil didin bi riya van kiryaran ku berê welatiyên sivîl bidin koçberiyê û deverê welêt .

Xwepêşaneran di dawiya xwepêşandanê daxwaz ji Turkiyê kir ku berpirsaretiya xwe li beramberî van binpêkirinan bibîne bi taybet girtin , û dizî û wêrankirina malên xelkê ji aliyê girûpên çekdar ve .

517