Termê Elî Qazî Mihemed li Herêma Kurdistanê hat veşartin
ARK NEWS... Bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Duşemê 18ê Tîrmeha 2022yan, merasîmên pêşwazîkirina termê Elî Qazî Mihemed, kurê pakrewan Pêşewa Qazî Mihemed, serokê Komara Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çûn.
Di merasîmên pêşwazîkirinê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir tê de behsa rol û xebata Elî Qazî Mihemed û rêber Qazî Mihemed di dîroka kurdî de kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gurzek gul li ser cenazeya wî danî.
Piştre li Kelarê bi xakê hat spartin, kurê Elî Qazî tekez kir ku Herêma Kurdistanê xaka me ye lê bixakspartina bavê wî demkî ye, eger derfet yan guhertin çê bûn dê bibin Mahabadê.
Hin zanyarî li ser Elî Qazî Mihemed:
Kurê Pêşewa Qazî Mihemed e.
Sala 1933yan, li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Dema bavê wî, rêber Qazî Mihemed Komara Kurdistanê, di sala 1946an de ragihandinye, temenê wî 13 sal bû.
Piştî komar hat hilweşandin, berê xwe da Elmaniya.
Di vê dema dawiyê de berê xwe da Herêma Kurdistanê, lê ji ber têkçûna tendirustiya wî, careke din çû Elmaniya.
Îro, li bajarê Bonê yê Elmaniya, di temenê 89 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Wesiyeta wî ew e ku li Mahabadê were veşartin.
371