PDK-Sê serdana malbatên şehîdan kir
ARK NEWS... Di berdewamiya çalakiyên PDK-Sê bi helkefta cejna Qurbanê, şandek ji rêxistna Zaxo ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi mebesta pîrozbahîkirina çejna Qurbanê serdana malbatên şehîdan kir.
Roja Duşemê 11ê Tîrmeha 2022yan, şandeke rêxistina Zaxo ya PDK-Sê bi serokatiya Hiyam Mihemed endama Komîta Navendî ya PDK-Sê û hejmarek ji endam û kadirên partî bi mebesta pîrozbahîkirina cejna Qurbanê serdana mala Emîd Hisên Sûrî pêşmergeyê her du şoreşên Îlûn û Gulanê, û malbata her yek ji şehîd Seîd Ehmed Eynê, şehîd Elî Ehmed Salih û şehîd Welat Elî kir.
Herweha heman şandê şîna mala Mihemed Ebdê Xelef bi boneya koçadawiya birayê wî kir.
511