14ê Hizêranê nasnameya kurdan ji dayîk bû

14ê Hizêranê nasnameya kurdan ji dayîk bû

Jun 14 2022

14ê Hizêranê nasnameya kurdan ji dayîk bû
Şêxo Efrînî

Îro roja jidayîkbûna yekem partî li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye, di 14ê Hizêrana 1957an de bi destê hejmarek ji xebatkarên kurd hat damezrandin.

Jidayîkbûna yekem partî, bi navê Partiya Demoqratî Kurdistan Sûriya bû, ku niha bi PDK-Sê tê naskirin, girîngî û pêwîstiyeke xwe hebû, di rêya wê partiyê re, nav, nasnav û nasameya kurdî hat vegerandin, ji ber ku rêjîmên deshilatdar tu danpêdan bi hebûna kurdan nedikrin, gelek partiyên erebî hebûn, behsa êş û azarên her miletekê dikrin, lê behsa xem û derdeseriya gelê kurd û rewatiya doza kurdî nedikirin, nexasim partiya Şiyû'î, lewma xebatkaran xwe dane hev û partî damezrandin da ku bibe balyozê kurdan û deng û rengê wan.

Beriya em behs damezrandinê bikin, em ê damezrînerên hêja û delal bi bîr bînin:
Osman Sebrî, ji kurdên Şama paytexta Sûriyê ku bi koka xwe ji Bakurê Kurdistanê bû.
Hemze Niwêran û Hemîd Hac Derwîş ji bajarê Qamişlo.
Reşîd Hemo, Şewket Nasan, Mihemed Elî Xoce, û Dr. Xelîl Mihemed (Di jiyanê de maye temenek dirêj bide wî). Ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Heft damezrînerên yekem partî bû, Şêx Îsa jî diviyabû amade biba, lê dema partî hatiye damezradin ew li Umrê bû.

Damerzradin û ragihandina partî li mala Mihemed Elî Xoce li Helebê bû, piştî damezrdinê çav li dujminan sor bûn, bi taybet dema 1958an - 1961ê wate dema deshilatdariya yekîtiya Sûriyê û Misrê, tu carî qebûl nedikrin, lewma serkirdiyên partî wek Osman Sebrî û Reşîd Hemo salên 60î de binçav kirin, bi tometa cûdaxweziyê û perçekirina Sûriyê; ji ber ku di navê partî de Kurdistan hebû.

Rastî gelek astengî û zehmetiyan hatin, lê ji rêya xwe nehatin xwar, berûvajî bi vîn û viyaneke mezin tekoşîn dikirin. Armanca wan ew bû ku xwedî li doza kurdî ya rewa derkevin, û mafê gelê kurd bi dest bixin.

Hilbijartina kesayetiyan li ser bingehên rast û dirust bû, damezrînerên destpêkî şer li ser serokatî yan serkirdayetiya partî nekirin, dîtin ku Dr. Nûredîn Zaza kesayetiyeke guncaw e, ji xwe re serok danîn, lewma bû yekem serok ji partî re. Ji bilî kar û xebat siyasî, guhdanek baş didan zimên, zimanê kurdî bi siyasetê ve girê didan, ji hev nedigetandin.

Di salvegera damezrandina partî de em bejna xwe li ber damezrînerên diçemînin heweha, serkirde, sekreter û xebatkarên ku rastî stem û zordariyê hatine bi rêzdarî bi bîr tînim. Xwedayê mezin wan di bihuşta berîn de şa bike, temenek dirêj bide mamost Xelîl Mihemed ku yek ji damezrînerên partî ye, û her kesek ji dil û can xebat kiriye û berdewam dike.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

423