Hîn jî kujerên şehîd Ehmed Şêxo serbest û azad in
ARK NEWS... Beriya 4 salan, di rojeke weke îro di 12ê Hizêrana 2018an de, ango piştî ku Tukriyê destê xwe danî wer herêma Efrîna Rojavayê Kurditanê, Ehmed Şêxo, ku cîgirê serokê encûmena xwecihî ya navçeya Şiyê bû, ji ber lêdan û eşkenceya tund jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, di 8ê Hizêrana heman sale de, çekdarên Sultan Silêman Şah ku bi Elemşat naskirî ne, bi dehan ji şêniyên navçeya Şiyê ku di nav wan de endamên encûmena xwecihî jî hebûn binçav kirin, piştî binçavkirinê bi çend rojan serbest hatin berdan, lê ji ber ku Ehmed Şêxo ku yek ji girtiyan bû, bi xwe cîgirê serokê encûmena navçeya Şiyê bû rastî lêdan, û eşkenceya hovane hatibû di encamê de jiyan xwe ji dest da û şehîd bû.
Ehmed Şêxo endamê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê û li navçeya Şiyê weke cîgirê encûmena xwecihî ji navçeyê re hat destnîşankirin, ji ber ku kar û xizmet ji şêniyên kurd re pêşkêş dikirin, li hember zordarî û stemkariya çekdarên Elemşat rasiwestiya hat armanckirin, binçavkirin û şehîdkirin.
Di destpêka tawanê de malbatê doz li dijî çekdarên Sultan Mûrad Şah Elemşat vekir, lê aliyên berpirs tu guhdan jê re nekir, piştî zêdetirî 3 salan ji şehîdkirina navbûrî re, malbata Ehmed Şêxo carek doz li dijî Ebû Emşa vekir. Kar li ser wê tawanê dikin û doseya şehîdbûna Ehmed Şêxo di dozgeriya hikûmeta Sûriya demkî de kar li ser hat kirin, lê hîn jî tu encamên berçav tine ne
Di vê derbarê de, jêderekê ji malbatê ji ARKê re got ku ji dema Ehmed Şêxo şehîd bûye wan weke malbatê doz vekiriye, lê niha piştî biyarê Ebû Emşa bi destê komîta vegerandina mafan û rawestandina binpêkirinan hatiye binçavkirin, tawanên ku bi destê wan çekdaran hatine encamdan, careke din lêkolîn û lêpisîn li ser têne kirin.
Ji bilî doseya Şêxo, niha pirsa terorkirina 4 kurdên navçeya Şiyê sala 2018an de, bi destê heman çekdaran tê vekirin û lêpirsîn têne kirin.
Ehmed Şêxo, di 12ê Hizêrana 2018an wate di heman sala ku Turkiyê û komên çekdar destên xwe danîne ser herêma Efrînê ji aliyê çekdarên Ebû Emşe ve di bin eşkenceyê de hate terorkirin, ji bilî vê tawanê bi sedan tawan di stûyê fermandarê navbûrî de ji destdirêjî, desteserkirin, lêdan û revandin hatine tomarkirin, tevî ku ji navçeyê hatiye bidûrxistin, lê çekdarên wî di kiryar û binpêkirinên xwe de berdewam in û tawanbar û kujer û encamder serbest û azad in.
Ş.E
473