Israîl baregehên rêjîmê li Başûrê Şamê armanc kirin

Israîl baregehên rêjîmê li Başûrê Şamê armanc kirin

Jun 11 2022

ARK NEWS... Artêşa Israîlê careke din baregehên rêjîma Esed û milîsên bi ser hêzên Îranê li Başûrê paytexta Sûriyê armanc kirin, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihand, ku berbanga roja Înê 10ê Hizêrana 2022yan, balefirên şer yên Israîlê bi mûşekan baregehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û milîsên bi ser hêzên Îranê li Başûrê Şamê armanc kirin.

Di encamê de welatiyekî sivîl birîndar bû, serbarî rûdana ziyanên madî li heman deverê.

274