Rewangeha Sûriyê: 111 sivîlan jiyana xwe ji dest dane jê 46 zarok in
Jun 04 2022
ARK NEWS... Li gundewarê Dêra Zorê di encama teqîna bombeyekê ji paşmayên şer hejmarek zarok birîndar bûn.
Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku li bajarokê Elşihêl li Rojhilatê gundewarê Dêra Zorê bombeyek ji paşmayên şer teqiya, di encamê de 8 zarok bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Li gorî amarên rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên teqînên mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer ji destpêka çileya îsal ve û ta roja îro gehiştiye 111 kesan, ji wê hejmarê 6 jin û 46 zarok in, serbarî birîndarbûna 135 kesên din.
393