Çarenivîsa bi dehan di zîndanên PYDê de ne diyar e

Çarenivîsa bi dehan di zîndanên PYDê de ne diyar e

May 08 2022

ARK NEWS... Hevdemê ku rêjîma Esed biryara lêborîna giştî derxistiye, tê de bi dehan ji welatiyên Sûriyê ji ereb û kurdan serbest berdaye, çavdêrên kurd bang li PYDê û komên çekdar dikin ku zîndanên xwe spî bikin û girtiyan serbast berdan.

Di vê derbarê de, ARKê careke din lîsteya ku ENKSê rasdestî HSDê kiriye ku navê 7 serkirde û çalakvanên ENKSê tê de ye, dubare ji raya giştî re parve dike. Navên revandiyan ev in:

1-Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya, di 24.10.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

2-Çalakvan Nîdal Osman- Di 24.10.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

3- Parêzer Idrîs Elo, endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya, di 08.11.2011an li Efrînê hatiye revandin.

4- Ehmed Sîdo, endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya, di 09.10.2013an li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

5- Fûad Ibrahîm, endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê di 24.03.2017an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

7-Çalakvan Emîr Hamid, endamê Rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd, di 11.01.2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin.

8-Cemîd Bavê Adil-Di 13.07.2012an li Qaimşlo hatiye revandin.

Ji bilî vê lîsteya bi dehan ji endam û alîhirên ENKSê di zîndên PYDê de ne, ku di 21ê Gulana 2021ê de, êv Ebdulxefar Mihemed, endamê komîta herêmî ya PDK-Sê ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hate revandin.

Herweha Ebdo Ebdulrehman îsa endamê PDK-Sê ji taxa Şêx Meqsûda Helebê di 17 mijdara 2021 hatiye revandin. Di vê dawiyê de jî Henan Şêx Beha ku endamê komîta navebdaî ya partiya Gel ya Kurdîstanî hat revandin, serbarî 8 efserên kurd ta niha çarenivîsa wan di zîndanên PYDê de ne diyar.

Piştî ku rêjîma Sûriyê biryar derxit tevî ku bi wê biryarê dixwaze komkujiya Tedamun veşêre, dîsa jî bang têne kirin ku divê PYDê û oposizyon girtiyan serbdeat berdin, ku rojane bi tometên dût ji rastiyê kurd li Efrîn û Serê Kaniyê têne girtin û ta niha bi sedan ji kurdan çeçarenivîsa wan ne diyar e.

.

244