Amûdê... PDK-Sê û Pêşverû civînek li dar xist

Amûdê... PDK-Sê û Pêşverû civînek li dar xist

Apr 05 2022

ARK NWS... Li ser daxwaza Partiya Dîmqrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê P.D.P.K.S şandeke ji rêxistina Amûdê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê roja Şemiyê 03. 04. 2022yan ,serdana nivîsgeha Pêşverû li Amûdê kir, û herdu alî li hev civiyan.

Di civînê de, Hesen Remzî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê behsa girîngiya civîn û hevdîtinên navbera tevgera kurdî de kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Seîd Hiso berpirsê rêxistina Amûdê ya P.D.P.K.S behsa girîngiya van hevdîtinan navbera Partiyên Kurdî de kir, û herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya lidarxistina hevdîtin û civînên bi vî rengî kir.

689