Milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Apr 03 2022

ARK NEWS... Îro 3yê Nîsana 2022yan, milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand, piştî lêdanê serbest berda.

Li gorî agahiyên bi dest ARKê ketine ku ciwanê kurd Ebdulrehman Hacî Umer ji aliyê milîsên PYDê ve hate revandin. Heman jêderê tekez kir ku piştî lêdanê li gundê Qortepan yê derdora Dêrikê hate berdan.

Jêderê anî ziman ku Umer bi şêweyekî tund hate lêdan û eşkencedan.

Ebdulrehman Hacî Umer ji şêniyên gundê Girkê Hêwil e, ku ew gund ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, û endamê Encûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê ye.

Ş.E

498