Xwecihiya Rojava ya ENKSê civînek li dar xist

Xwecihiya Rojava ya ENKSê civînek li dar xist

Mar 27 2022

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena xwecihiya Rojava ya ENKSê, civîna xwe li dar xist, tê de li ser rewşa deverê rawestiyan û hin babetên rêxistinî gotûbêj kirin.

Weke her car, civîn bi xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, di serî de Barzaniyê nemir, dest pê kir, piştre xişteya kar û çalakiyên civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin.

Di civînê de karê û çalakiyên ENKSê di vejandina helkeft û boneyên meha Adarê de hate nirxandin, herweha ameje bi rewşa deverê hate kirin.

Ji bilî van mijaran, beşdarbûyên civînê li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê rawestiyan.

Ş.E

450