Ji ber revandina keça wê, jineke Kurd hewla bidawîanîna jiyana xwe dide

Ji ber revandina keça wê, jineke Kurd hewla bidawîanîna jiyana xwe dide

Jan 07 2020

ARK NEWS .. Partiya Yekitiya Demoqrat PYDê, di revandina zarokên Kurd, li taxên Helebê, û herêma derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, berdewam e.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, di raporteke xwe de, roja 5ê Çileya 2020î, ragihand: Welatiya kurd ya bi navê Leyla Koto hevjîna Seyf ELdîn, ya ji gundê Mihemedlî yê navçeya Raco, ji beriya sê heyvan ve bang li hemû rêxistinên mirovî, û mafperwerî kiriye ku dengê wê bi aliyên berpirsê gihîne, ku keça wê Yasmîna 14 salî, ji 27ê Mijdara 2019an, ji aliyê kadirên PYDê ve hatiye revandin, û tevlî hêzên xwe yên leşkerî kirine.

Heman jêderê daye zanîn: tevî bang û daxwazên dayîka Kurd- ku ji nişteciyên taxa Şêx Meqsûda Helebê ye - ji pêkanîna hevdîtinê bi berpirsên PYDê re, lê PYDê idîa dike ku Yasmîn bi razîbûna xwe tevlî wan bûye, bê ku keça xwe bibîne, lê tê gumankirin ku li taxa Şiqeyif yê Bakur Rojhilata Şêx Meqsûd de hatiye bicîkirin û perwerdekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan tekez kiriye ku, ji ber neguhdan û xemsariya PYDê, dayîka Kurd hewl da dawî bi jiyana xwe bîne, û li pêş berpisên PYDê madeya mazotê li ser xwe de kir, hewl da xwe bişewitîne, lê dîsa jî ew yek nebû sedema serbesbedana zaroka wê.

Di dema dawiya de, li gor şopandina Dezgeha ARKê, 5 zarokên Efrînî Sîlva Nîdal Îsa, Rîm Mihemed, Ehmed Nîzar Hesen, Cemal Cabo, û Yasmîn Seyf Eldîn, ji aliyê PYDê ve, li kampên derbideriyê, û taxa Şêx Meqsûda Helebê, hatibû revandin, tevî serbestberdana sê ji wan, lê hîn jî çarenivîsa Cemal û Yasmîn ne diyar e.

Ş.E

628