Frensa dê kesên tawanên cengî li Sûriyê encam dane, size bide

Frensa dê kesên tawanên cengî li Sûriyê encam dane, size bide

Feb 12 2022

ARK NEWS... Piştî welatê Elmaniya, welatê Frensa jî biryara sizadan û dadgehkirina kesên, ku tawanên cengî li Sûriyê encam dane, da.

Wezareta derve ya Frensa di daxuyaniyekê de got, ku Frensa wê rola xwe di sizadana kesên ku tawanên cengî li Sûriyê encam dane bibîne, û tawanbar li her cihekî bin, Frensa dê wan siza bide.

Li gorî yasa Frensa ji bo sizadana tawanbarên cengî derxistiye, ji mafê dadgehên Frensa ye hemahengiyê li gel aliyên Navdewletî di vê derbarê de bike, û ew tawanbarên li ser xaka Frensa jiyan bikin wê werine sizadan.

352