75 pirs derbarê bûyerên Hesekê de bê bersiv mane!!

75 pirs derbarê bûyerên Hesekê de bê bersiv mane!!

Jan 28 2022

75 pirs derbarê bûyerên Hesekê de bê bersiv mane!!!
Şêxo Efrînî

Ji 20î meha Çileya Îsal ve, terorîstên DAIŞê êrîşî zîndana taxa Giwêran ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir, şerûpevçûn navbera terorîstên DAIŞê û Hêzên Sûriya Demoqratîk ta bi duh, 27ê mehê berdewam dikirin. Pêwîstiya êrîş, kiryar, reftar û binpêkirinên terorîstên DAIŞê bi şermezarkirin û riswakirinê tune ye; ji ber ku ji her kesekî ve diyar e ka çi rêxistin e? Û çi tawan li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê herweha cîhanê encam daye, lê belê ev êrîş di vê demê de, ji nişkêve hatiye encamdan û karvedanên bi xwe re anîne, gelek pirs derxistine holê, ta niha ew pirs bê bersiv mane.

Ji roja Pêncşemê ve, DAIŞê berevaniyê dikir, lê DAIŞa îro ne wek ya 2014an e, watê bê çek e, bê hêz e, bê piştevanî ye û dewleta wan hatiye rûxandin û hilweşandin. Mixabin di çarçoveya 8 rojan de berevanî kir, û çekên bi kar anîne wek di serdema 2014an de bû yan jê ne kêmtir in.

Di vir de bi sedan pirs tîne holê. Pirsa yekem û ya herî girîng ew e: Çawa çek gihîştin destê DAIŞê de? Kê gihandin destê wan de? Du terorîst bi du barhilgiran ve, çawa xwe gihandin sînorê zîndanê û xwe teqandin? Çiqas çek û teqemenî gihîştin û derbas kirin? Çawa rêbendên HSDê û PYDê û li pêş çavên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbas kirin? Serkirdeyên ku pê re alîkar û ew yek encam dane kî ne? Kurd in? Ereb in? Nasnameya wan çî ye? Regeznameya wan çî ye? Çima nayên û nehatin eşkerkirin, bi tenê Nûrî Mehmûd berdefkê YPGê got ku hin kesin erzan û kêm hene bi gujmên pereyan, DAIŞ derbasî zîndanê kirine? Çima Nûrî Mehmûd nav û nasnameya wan diyar nekirin, ma veşartin ji xiyanetê re divê gelo?

"Mihemed Ebû Ewad" mîrê DAIŞê yê ku berî êrîşê bi demekê hatiye girtin, lêdwan û danpêdanên wî li ser ragihandina QSDê derketine kî ye? Li kû derê ye? Çima rêkar nehatin tundkirin, madam Ebû Ewad pilan diyar kir ku êrîş li ser zîndanê heye? Li ser çi bingehê Nûrî Mehmûd da diyarkirin ku ji 6 heyvan ve haya wan ji pilanê heye? Çima HSDê û hêzên Hevpeymaniyê baş bi erkê xwe ranebûn? Ji ber çi lêpirsînek bi Nûrî Mehmûd re nehatiye vekirin ka çawa dizane pilana êrîşê heye û bêdeng e?

Li ser asta hêzên hevpeymaniyê, çima dereng gihîştin cihê şerûpevçûnan? Çima derfet vekirin ku ev yek rû bide? Çima terorîstên her welatekî radestî wan welatan nekirin? Ji sê salan ve xemsar in? Sûda kurdan jê çî ye ku bibin dergevan û noberdarên terorîstên DAIŞê? Hejmara rasteqîne ya terorîstên DAIŞê di zîndana Giwêran de çend e? Hijmara zarokan yên bi navê "Eşbal Elxîlafa" çend e? Çarenivîsa wan çî ye? Çend serkirde reviyane? Berê xwe dane kû derê? Kîjan alî ew revandine? Li hember çi revandin? Li hember pereyan yan ji ber xwefiroşiyê? Raporta malpera Darka Mazî ya ku duh 27ê Çileyê derketiye tê de dibêje ku PKKê 600 serkirdeyên DAIŞê di rêya tonelan re revandin, çi rastiya wê heye? Dê çi bandorê li Şengalê bikin? Hijmara rasteqîne ya terorîstan 5000 e yan zêdetir e? Hijmara Eşbal Elxîlafa 800- 1000î re ye yan zêdetir e? Çawa têne perwerdekirin? Li ser Rojavayê Kurdistanê çi bandor û karvedan dê hebin? Gerantî çi ye careke din rewş neteqe û agir bibare? Danûstaninên DAIŞê û QSDê li ser çi bûn? Kî di wan danûstandinan bûne qurbanî? Mercên danûstandinan çî bûn? Çima nehatin diyarkirin? Kengî dê diyar bibin? Yan weke her doseyekê êdî çû û bê veger?

Hijmara şehîdan çend e? Dîlên QSDê çend in? Malbatên ku hatine dîlgirtin çend in? Çima nezelaliyek di ragihandina QSDê de heye? Kî li paş e? mebest û armanc jê çî ye? Çima doseya DAIŞiyan nayê vekirin û her welatek terorîstên xwe nabe cem xwe? Çima dadgehek navdewletî nayê vekirin? Çima bi tenê kurd dê baca her tiştekî bidin û bibin qurbaniya her aliyekî û ji wan re bibin parêzvan û parêzer?
Herdu aliyan li ser çi bingehê operasyon bi serkeftî bi nav kir? 15 melyon dolarên tê behskirin ji bo kê çûn? Yên birine dê werin sizedan û diyarkirin? Qonaxa piştî bidawîhatina şer, dê çi be? Metirsî dê bi dawî were yan sînaryoya 2014an wate vejandina DAIŞê dê vegere?

Derbarê helwêstên xwecihî û navdewletî, rêjîma Sûriyê yekser bûyer şermezar kir!! Û bang li Emerîkayê kir ku sivîlan armanc neke? Bingeha Himêmim çima ew helwêsta nezala da? Rêjîmê çima dest ji baregehên xwe li Reqayê berda? Rê ji DAIŞê re vekir? Pilan û armanca rêjîma çi bû? Bi ser ket yan na? Rêjim çi ji PKKê dixwest û dixwaze? Rola Îranê çi bû? Nameyên Iranê ji herêma Kurdistanê re bûn gelo? Yan ji Emerîkayê re bûn? Naveroka wan nameyan çi bûn? Rola Turkiyê û hevpeymaniya niştîmanî ya opozisyona Sûriyê çi bû? Daxuyaniya Itîlafê bi çi mebestekê bû? Ji vê rewşê kî sûdmend e? kî ziyanmend e? Kurdan çi qezenc kirin?

Ji dema ku Baxoz 2019an de hatiye rizgarkirin, ji wê demê ve QSDê bi hezaran ji terorîstan serbest berdane!! Çima terorîst ji aliyê QSDê ve bi navbênkariya êl û hozên ereban dihatin û têne berdan, ku ew terorîst bi xwe bûne şanayên razayî? Ta kengî ev şaşîtî dê dubare bibin? Aliyê ku van biryaran îmze dike û terorîstan serbest berdide bi buhaneya ku destê wan di gevzandina xwîna kurdan de tune ye, dê were sizedan û dadgehkirin?

Piştî 8 rojan ji tirs û tevlîheviyê, divê mirov pirs bike ka rewş normal bûye gelo? yan qonaxeke nû û tirsa rasteqîne dest pê kir? Niha sîvîl parastî ne gelo? Zîndan bi rastî hatiye kontirolkirin nexasim avahiya bakurê zîndanê?

Bi dehan pirsên din hene divê bersiv werin dayîn, divê di zûtirîn dem de, aliyên navdewletî bi erkê xwe rabin û terorîstên di zîndanê de werbigirin da ku carek din me nekin êzingên şerê xwe yê qirêj.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

440