
Pêwîstiya Sûriyê bi 600-800 milyar dolarê Emerîkî heye
Dec 27 2021
ARK NEWS... Şandiyê Rûsî bo Sûriyê dibêje, ku dubare avakirina Sûriyê pêwîstî bi nêzîkî 800 milyar dolarê Emerîkî heye.
Alksendir Lafrantîf şandiyê Rûsî bo Sûriyê li Astana got, ku Sûriya wêran bûye, û li gorî lêkolînên hatine kirin dubare avakirina Sûriyê pêwîstî bi 600 heta 800 milyar dolarê Emerîkî heye.
Weke Lafrantîf dibêje astem e bi alîkariya civaka Navdewletî Sûriya dubare were avakirin.
561