Çekdarên Elhemzat li Efrînê bi hev ketin

Çekdarên Elhemzat li Efrînê bi hev ketin

Nov 09 2021

ARK NEWS... Di berdewamiya binpêkirin, neramî û nesqamqîriya herêmê de, komên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê careke din bi hev ketin û bo du demijmêran li her yek li navenda bajrêr û gundekî bi ser navçeya cindirêsê ve berdewam kirin.

Şer û pevçûnên çekdaran li gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê ve navbera du komên ser bi çekdarên bi navê Elhezat ve danê ber êvarê dest pê kirin, piştre heman çekdaran li taxa Mehmûdiyê bi hev ketin, di nava kolanên taxê de nexasim li ser rêya Roca ya sereke bi çekên giran şer dikirin.

Li gorî dîdevanan ragihandine ku şer û pevçeûn rewşeke tevlîhev di nav şêniyên Efrînê de afirand, bi taybet li cem zarok û jinan, ku di encama wan şer û pevçûnan de, fermandarek hat kuştin û çend çekdar jî birîndar bûn.

Ji aliyê jêdereke agahdar ji ARKê re da zanîn ku sedemên peçûnên nehatine diyarkirin, lê êdî pevçûên di nava gund û taxên najêr û navçeyan de, bûne diyaderyên rojane, piraniya sedeman nakokiyên hundurîn in, herweha her komek ji çekdaran dixwaze dever û xalên hejmûnên xwe mezintir û berferhtir bike, da ku bêtir dahtanên mal û mulkên welatî û cotkarên kurd destser bikin.

Ji bilî şer peçûnan, binpêkirin bi her curekî di dermafê kurdên Efrînê de têne encamdan, ku di vê hevtiyê de, bêtir ji 30 welatiyên kurd di nav wan de welatiyên bitemen û jin jî hene hatine binçavkirin û revandin, tometa wan ew e ku têkilî û peywendî bi PYDê re heye, lê çalakvan tekez û piştrast dikin û mebest wergirtina per û bacan e, ku her welatiyek li hember dana pereyên zêde ku ji 700 lêreyên turk dest pê dike, têne serbestberdan.

Tevî ku hin ji kesên têne binçavkirin bi 3 caran berê hatine binçavkirin û rewşa xwe çareser kiriye, lê dîsa bi dehan rewşên wiha hatine tomarkirin, da ku bibe fişar û guvejek û berê xwe bide derveyî Efrînê.

Ji dema ku komîta vegerandin mafan û rwestandina binpêkirin hatiye damezrandin, tu gavên erînî berçav nehatine avtin, ji ber bi serbestî û azadî welayiyên kurd nerêwrin giliyên xwe pêşkêş bikin û ya duyem emdamên wê komîteyê ji çekdaran bi xwe ne.

Ş.E


531