Şandiyê Netewî ji bo Sûriyê hêviya destpêkirina civînên komîta destûrî kir

Şandiyê Netewî ji bo Sûriyê hêviya destpêkirina civînên komîta destûrî kir

Sep 14 2021

ARK NEWS... Gêr Pêdirson hevdîtinek li gel wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê encam da û behsa komîta destûrî kir.

Şandiyê Netewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson di kongireke rojnamevanî de piştî hevdîtina wî bi wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Fêsel Elmuqdad re got, ku me danûstandinên baş bi rêjîmê re kir.

Serbar kir ku di hevdîtnê de behsa rewşa aborî û ya mirovî li Sûriyê kir.

Herweha hêvî kir di karê komîta destûrî de berdewam bin û eger heye civînên komîta destûrî dest pê bikin.

Di Çileya bûrî de, Gêr Pêdirson şandiyê Netewî yê taybet ji bo Sûriyê raghand piştî danûstandinên Cinêvê li ser destûra Sûriyê dilgiraniya xwe da diyarkirin û got, ku ta niha aliyên beşdar negihiştine rêkeftinekê.

552