ŞOREŞA ÎLONÊ

ŞOREŞA ÎLONÊ

Sep 11 2021

ŞOREŞA ÎLONÊ
Bûbê Eser

Şoreşa Îlonê berhemek ji berhemên Barzaniyê nemir e. Lewra jî dema me re xwest vê şoreşê fêr bibe, divê mirov bi awayekî berfireh li ser rêbaza Barzanî yê nemir rawesta da ku bikaribe şoreşa Îlonê şirove bike.
Ez ê bixwazim di vê nivîsa xwe de bi kurtayî li ser şoreşa îlonê û guherandinên mezin di jiyana gelê kurd de kirine rawest im. Mebesta min di virde wê ew be ku em weke Kurd bikarin şoreşên xwe û hêjayî û guherandina Şoreşa îlonê kirî ye binasin û bidin nasîn.

Heta sala 1946an gelek şoreş û berxwedan li tevaya Kurdistanê pêk hatin, lê ji wan yek jî bi ser neketin. Ereb û Tirkan qatlîamên mezin kirin. Wan xwestin gelê me bi tevayî ji holê rakin û wî bê deng bikin. Ji xwe ew şoreşên ku heta 1946an pêk hatibûn, têk çûbûn. Ji ber wan têkçûna li seran serê cihanê Kurd bê xwedan û bê hêvî bû bûn. Lê di sala 1945 û pêde xebata ji bona azadiya Kurdistanê, li rojhilat hêdî hêdî liviya, tevgeriya, xweştir û geştir dibû. Haziriya şer û berxwedaneke fireh dihate kirin da ku li hember dagirkerên Faris şerê azadiyê bikin.

Bi girtina biryareke weha hate dîtin ku kurd hîn jî zîndî ne, li ser Linganin û ji bona bi desxistina mafê xwe ê rêwa berxwe didin. Vê kêfa Kurdan ji nû de anî bû. Lewra dema Barzaniyên ku di serîhildanên xwe yên li hember rejîma Irakê de wendekiribûn, berbi birayên xwe yên Rojhilatê de çûbûn. Ji ber zilm û zordariya dagirkerên Irakê li wir bi cih bû bûn.

Lê daxwaza Barzaniyan her gav azadiya Kurdistanê bû. Lewra jî wan ji sala 1907an de ji bona vê armanca pîroz li hember dagirkeriyê serî hildabûn. Lê bi alîkariya hin eşîrên kurdan ku li ba dijmin cih girtibûn, bi ser neketibûn. Ji bona ku milet û mirovên wan bi teva nayên qetilkirin û wan biparêzin, berbi rojhilat de çûn , li wir bi cih bûn lê jiyana wan ya wir gelek zor û zehmetî bû.

Dema ku li rojhilat biryara şerê azadiya kurdan ya li hemberî dagirkeran heta girtin, vê kêfa Barzaniyan û bi taybetî ya Barzaniyê nemir anîbû. Loma hemû Barzaniyan li ba brayên xwe yên rojhilat cihê xwe girtin da ku ji bona azadiya Kurdan şer bikin. Berhema wî şerî, du hêjayî ji bona me anî. Yek Komara Kurdistan li Mahabadê hate damezirandin. Ya din jî Barzaniyê nemir ji ber xebat û zîrekbûna xwe weke serokê gelê Kurd ê neteweyî, hate destnişankirin, ango piştre ev weha hate fêmkirin. Lê çi mixabin ev Komar ne li gor hesabên gelek dewletên mezin bûn. Loma piştî salekê hate rûxandin û serokê wê Qazî Muhamed hate bi dardekirin. Lê Barzaniyê Mezin serokê neteweyî ê Kurd ku li wir bi xebata xwe bû bû Generalê miletê xwe, xwe teslîmî dijmin nekir û ew li gel 518 çekdarên hevalên xwe berbi sovyeta de çûn. Li wir cih bûn.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Muhabadê, êdî ji nû de û li seranserê cihanê Kurd bê deng man. Ji ber ku heta wê demê li her çar perçên Kurdistanê şerê azadiya Kurdan hatibû temirandin. Miletê Kurd hate qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin. Bi vê bêdengiyê dijminên kurdan kêf kirin. Wan bawerî anîbûn ku Kurd dê êdî nikaribin serî li hemberî wan hildin. Lê serokê neteweyî Barzaniyê mezin vê kêfa dijmin di qirika wan de hişt û piştî ji sovyetê vegeriyan ji nû de dest bi şerê azadiya Kurdistanê kir. Vî şerî ango vê serîhildanê, kurdên ku bi tevayî bê hêvî mabûn, bi hêvî kir. Kurdên ku li gor dijmin miribûn ji nû de zindî kir. Yanî şoreşa îlonê ji nûde zîndîkirina gelê Kurd û berxwedana azadiya wî bû.

Şoreşa îlonê ji bona kurdan li Irakê otonomî bi dest xist. Lê ew jî nehat hesabê dijmin, loma jî li hev civîyan da ku wê têk bibin û bi ser jî ketin. Lê şerê Kurdan ya ji bona azadiya Kursdistanê û bi serokatiya serokê neteweyî Barzaniyê nemir her berdewam bû.

Lewra ez dibêjim û divê neyê ji berkirin: Di şoreşa Kurdistanê ya li mahabadê de em Kurd bûne xwedî serokekî neteweyî ew jî Mistefa Barzaniyê nemir bû. Şoreşa îlonê, ji nû de zindîkirina gelê kurd û ya gulanê jî azadiya wî bû. Lewra jî pêwîstiya ku gelê Kurd bi berfirehî li ser van rawestin, şireve bikin, heye. Bi taybetî divê ciwan van herdu şoreşana baş bizanibin da ku dîroka xwe baştir binasin.




Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

537