Veger rûmet e û li ser her welatparêzekî erk e

Veger rûmet e û li ser her welatparêzekî erk e

Sep 08 2021

Veger rûmet e û li ser her welatparêzekî erk e
Şêxo Efrînî

Di dîrokê de, rêbaza Barzanî ya pîroz em fêr kirin ku hebûna mirov li ser xaka xwe berxwedan e, lê hin alî hene wê yekê napejrînin, berûvajî kar dikin û ecindeyên dujminan cî bi cî dikin. Helkefta axaftina min daxuyaniyên Aldar Xelîl in, camêr bi eşkere got: Her kesê vedigere Efrînê yan jî, şêniyan han dide ku vegerin, nandoz in (Mortezeq in)! Çima na! Serkirdeyê PYDê Aldar Xelîl, yekem kes bû, çû kampên Şehbayê, hebûn û mana koçberkiriyên Efrînê bi berxwedana serdemê bi nav kir.

Çima Aldar û kesên derdorê ji vegerê hêrs bûne û bêzar in?
Di destpêka sala 2018an, di meha Çileyê de, Turkiyê û nandozan ve dest bi êrîşa xwe li ser Efrînê kir, şer li gundan û navçeyên hevsînor bi Turkiyê re dest pê kir, ji ber zehmetiya rewşa gundiyên reben ji navçeyên Bilbilê, Şera, Raco, Şiyê û Cindirêsê derketin û berê xwe dane navenda bajarê Efrînê, dema şênî derdiketin berpirsên PYDê û PKKê bi dengê bilind qîrandin û gotin: Yê ji Efrînê derkeve bêşeref e, bêrûmet e!!!

Şerê Efrînê 58 rojan berdewam kirin, di 16ê meha Adara 2018an de, wate berî Turkiyê ragihîne ku Efrîn desteser kiriye bi 2 rojan, piraniya gund û navçe ketibûn bi destê Turkiyê de, bi tenê bajar û navçeya Mabeta û navçeya Şêrawa mabûn, di wê rojê de 16ê Adarê, gundiyên ji malên xwe derketibûn, xwe dane hev û biryara vegera gundên xwe da, lê belê PYDê nehişt vegerin û li ser rêbenda Mehmûdiyê komkujiyeke encam da, da ku xelk neçar bibin û paş ve biçin.

Di wê rojê de agirê top û balafiran li ser bajêr dibarî, beşeke baş ji tirsa re derketin û berê xwe dane rêbenda Turidê, lê belê rêbenda Turndê wek ya Mehmûdiyê negirtî bû, PYDê xelk da ber xwe û berê wan da Şehbayê.

Li Şehbayê, ku deverke ne kurdî ye, 5 kamp ji koçberkiriyên Efrînê re vedan. Ji ber ku Efrînî fêrî kon û jiyana kampan nabûne, karwanên vegerê yekser dest pê kirin, PYDê planek din danî û seranserî kampan mayîn çandin da ku tu kes nikaribe vegere yan jê derkeve.

Bi buhaneya dê Efrînê vegerînin, heman berpirsên PYDê yên digotin: Yê ji Efrînê derkeve bêşeref e, li Şehbayê gotin û ta niha dibêjin: Yê vegere Efrînê bêşeref e!!! Ji 2018an ve soza rizgarkirinê didin, koçberkiriyan dixapînin û weke mertalên mirovî ji herdu bajarokên Şîenişîn, Nibul û Zehrayê re bi kar tînin.

Beriya du mehan dîsa pêleke din ya vegerê dest pê kir, bi sedan malbatên koçberkirî li Şehbayê, derbiderên li Helebê û deverên din herweha penaberên li Lubnanê û herêma Kurdistanê jî vegeriyan cih û warê bav û kalan, lê ew yek bû cihê bêzarbûn û hêrsbûna berpirsên PYDê, di despêka vê mehê Eylûnê, Aldar Xelîl xwe hilweşand û got: Kesên xelkê han didin vegerin Efrînê nandozên siyasî ne. Çima na!! Sozên birêz Aldar di vegerandina Efrînê bûye asoyeke derwe, lewma Efrîniyên li derveyî herêmê gihîştin wê baweriyê ku veger rûmet e, û berxwedan li axa welêt e, ne di nava kampan de ye.

Bi vê helkeftê ez vegerê pîroz dikin û han didin hemû penaber û derbider vegerin ser zêdên xwe, ne bi tenê li Efrînê, lê belê Serê Kaniyê, Girê Spî, Qamişlo, Kobanê û her deverekê, di encamê de pîlana guhertina demoxrafî namîne û dê pûç bibe. Her kesek bibêje jiyana kampan rûmet e, bila kerem bike û jiyana xwe di kampan de berdewan bike, ne bi tenê pawankarî û bazirganiyê bi nişteciyên kampan bike, û bazirganiya xwe bi rê ve bibe û ejindeyên dujminan cî bi cî bike. Eger buhaneya wan Efrîn dagîrkirî ye, Efrîn ji berê ber de dagîrkirî ye, û hemû Kurdistan dîgîrkirî ye.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

672