Şêniyên kurd pîrozbahî bi serbestberdana Ezedîn Mela pêşkêş kirin
Aug 05 2021
ARK NEWS... Piştî ku rojnamevan Ezedîn Mela serbest hate berdan, şêniyên kurd berê xwe dan nivîsgeha PDK-Sê da ku pirozbahiyan pêşkêş bikin.
Nûçegîhanê ARKê da zanîn ku ji serê sibehê ve, welatiyên Qamişlo rû li nivîsgeha Rojhelat ya Partiya Demoqrata – Kurdistan – Sûriya kirine û pîrozbahiyan bi serbestberdana rojnamevan Ezedîn Mela pêşkêş dikin.
Welatî jî ji aliyê serkirdeyên PDK-Sê ve hatin pêşwazîkirin.
Ş.E
329