Y.E: Em ê di gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê berdewam bin

Y.E: Em ê di gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê berdewam bin

Jul 10 2021

ARK NEWS... Yekîtiya Ewropayê tekeziyê li ser berdewamiya gihandina alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê dike.

Canîz lînartîtiş komisyarê rêveberiya kirîzan di komisyona Ewropayê de got ku Yekîtiya Ewropayê dê di pêşkêşkirin û ghandina alîkariyên mirovî bo welatê Sûriyê berdewam be ta dawî bi kirîza Sûriyê were.

Herweha lînartîtiş tekezî li ser asankirina gihandina alîkariyên mirovî di rêya dergehê sînorî bi Tirkiyê re kir, û got ew ê bi hemû karînên xwe berdewamiyê bi karê xwe bînin, û di şandina alîkariyan de berdewam bin.

Berpirsyarê Ewropî destxweşî li karê navenda Netewên Yekgirtî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê kir, û got ku Netewên Yekgirtî yek ji giringtirîn danerên alîkariyên mirovî li Cîhanê ye û bi karekî mirovî gelekî giring û mezin dike ji ber ku bi berdewamî alîkariyên mirovî dighîne milyonan kesên pêwîstdar li tevaya Cîhanê.

393