Efrîn .. Banga derxistina girtiyên xwe dikin, û yên Kurdan paşguh dixin

Efrîn .. Banga derxistina girtiyên xwe dikin, û yên Kurdan paşguh dixin

Sep 19 2019

ARK NEWS .. Hevdemê bi sedan ji şêniyên Herêma Çiyayê Kurmênc di zîndanên girûpên çekdar de ne, û herdem hilmetên revandinê bi tometên cuda cuda têne encamdan,hefteya bûrî, Encûmena Şoreşgerî ya bajarê Helebê ya ser bi girûpên çekdar ve, mangirtinek ji bo girtiyên li cem rêjîma Sûriyê li dar xist .Tê de bi dehan ji erebên ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hatine bicîkirin, beşdar kirin silogan û diruşm rakirin û bilindkirin, tê de banga diyarkirina kurên xwe kir .

Yek ji damezrênerên mangirtinê banga derxistina girtên jin jî dike, ku di wextekî de tê, bi dehan ji jin û keçên Kurd di zîndanên girûpên çekdar de ne . Di mangirtinê de wek şanoyekê jî hatiye nemayîşkirin, ew jî wekû amejeyekê ji lêdan û eşkenceya ku di zîndanên Esed de rastî tên .

Çalakvaenekî Kurd nexwest navê wî eşkere bibe ragihnad ku lidarxistina mangirtin û çalakiyên wiha durûyî ye, ji ber dema bang li Civaka Navdewletî dikin ku girtiyên di zîndanên rêjîmê de berdin, di heman deman de bi hezaran ji welatiyên Kurd ji nifşê kal û pîran, xort û keçan jin û zarokan di zîndanên kesûkarên wan li Efrînê de bûn, hîn jî hijmark mezin di zîndanan de mane nexasim jin û keç û zarok .

Wî çalakvanî herwiha tekez kir ku, Jina Kurd ya bi navê Stirvan Esed Ebdo û herdu zarokên wê Hesen û Ercan, bi tenê nimûneyeke biçûk ji tawanan e, ku ji 20î Gulana 2018an, li ser rêbendeke girûpeke çekdar ser bi Lîweya 213 ve, jina Kurd bi herdu zarokan ve hatine revandin û ta niha tevî hewlên berdewam tu agahî li ser tune ne .

Çalakvanê Kurd bang li civaka navdeletî û netewên yekgirtî kir ku, bi hawar revandiyên Kurd li Efrînê werin, bi taybet jin û zarokan . Serbar jî kir, kiryarên çekdaran û rêjimê di dîktatoriyetê de, êdî wek hev bûne, û tu cudahî navbera zîndanên Esed û girûpên çekdar de tune ne. û her awa û şêweyên tund yên eşkencedanê têne bikaranîn.

Ş.E

399