PDK-Sê tekez dike: Emîn Îsa rastî îşkenceya hovane hatibû
ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya duh 29ê Hizêrana 2021ê daxuyaniyek derbarê kuştina Emîn Îsa de belav kir.
PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ragihandiye: Di berdewamiya kiryarên xwe yên tirsandinê de, çekdarên PYDê tawaneke qirêj di dermafê Emîn Îsa, endamên encûmena şaxî ya PDK-Sê de pêk anî, ji ber îşkenceyê di zîdanên PYDê de şehîd bû.
PDK-Sê anî ziman: Piştî pişkinîn ji termê wî re hat kirin û li gorî raporta pizîşkên bêalî û serbixwe diyar bû ku nîşan û şûna îşkenceya hovane li ser laşê wî hebû, şikanin li hemû laşê wî de hebû, lêdan di stû û cogên xwe bi alavên tûj xwaribû, bi alavên germ canê wî ji serî ta dawiya piştê hatibû şewitandin.
Serbar kir: Di 22 meha bûrî ji aliyê çekarên PYDê hatibû banghiştkirin, piştre hate giritin ji bo dadweriya leşkerî ya ser bi PYDê ve hate veguhestin.
PDK-Sê da zanîn jî: Encamdana vê tawana pîs û qirêj di vê demê de ku helên navdewletî hene nexasim yên Emrekîk ji bo destpêkirina danûstandinan navbera ENKSê û PYNKê de, nameyek nerênîn ji aliyê rêveberiya PYDê ye.
PDK-Sê bal kişand ser: Em di PDK-Sê de vê karê hovane û newêrek şermezar dikin, daxwaz ji aliyê Emerîkî dikin weke serpirştiyar ji danûstandina re, berpirsiyaretiyê hilgire, û sozên xwe di rawestandina kiryarên tawanî cî bi cî bike, herweha bang li rêxistinên navdewletî dikin ku destêwedanê bikin, hûrguliyên vê tawanê eşkere bikin, berpirsan size bidin, û perdê li ser kujeran rakin, û ji bo dadgehê veguhêzin.
Ş.E
442
