Mercên malbatên şehîdên Amûdê rewa ne

Mercên malbatên şehîdên Amûdê rewa ne

Jun 28 2021

Mercên malbatên şehîdên Amûdê rewa ne
Şêxo Efrînî

Îro dîsa bîranîneke tal û biêş di ser me re derbas dibe, salvegera komkujiya Amûdê ye, ku di rojeke weke îro di 27ê Hizêrana 2013an de, 6 ji merdên bajarê Amûdê bûne qurbaniya terora PYDê bi dilekî sar PYDê ew dane ber guleyan û şehîd kirin.

Ne di şer û cengan de bûn na, lê belê bi karekî aştiyane radibûn, xwepêşandaneke rewa li dar xistibûn tê de banga serbestberdana girtiyên dikir, li şûna YPG daxwazên wan vehewînin, bi çekan li hember sîngên wan yên rût û tazî rawestiyan. Di encama kiryara terorî de 6 ji welatiyên sivîl ji xweragirên Amûdê şehîd bûn.

Weke her tawaneke bi destê PYDê hatiye encamdan, tu lêpirsîn nehate vekirin û li ser nedanpêdana xwe rijd bûn.

Ji dema ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê di sala bûrî 2020an de dest pê kirine, pê re mijara girtî û komkujiyan derket holê, weke fişarekê li ser PYDê, QSDê û YPGê neçar kirin danpêdanê bikin. Bi rastî Nûrî Mehmûd berdevkê YPG ji raya giştî re danpêdan kir, soz da ku weke wan tawanan dûbare nebin, û soza cîbicîkirina hin bendan kir. Ji dema ku mijara lihevhatinê derketiye holê û Mezlûm Kobanê fermandarê HSDê komîteyek ji bo lihevhatinê damezrandiye, malbatên şehîdan daxuyaniyek belav kir tê de 3 merc ji bo lihevhatinê danîn.
Ka bi hev re em nas bikin ew merc çi ne?

Yekem merc:
Dadgehkirin û sizekirina serkirdeyên siyasî yên PYDê ku di wê demê de ew biryar dabûn.

Duyem merc:
Dadgehkirin û sizekirina fermandarên leşkerî yên YPGê, ku di wê demê de tawan encam dabûn.

Sêyem merc:
Daxwaza lêbûrîna fermî û bi eşkere li pêş rojnamegeriya giştî ( TV, Radiyo, Rojname) ji şêniyên Amûdê bi giştî, û bi taybetî ji malbatên şehîdan re.

Ev merc rewan e, tu pirsgirêk li ser tune ne, divê di zûtirîn dem de werin cîbicîkirin. Ji bilî wê yekê mafê malbatan nayê vegerandin. Lê belê pirsa tê kirin, çima ji salekê û vir de PYDê bêdeng e? Çima yek merc cî bi cî nekiriye?
Çi dihêle merc neyên cîbicîkirin?

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

510