Rojnameyek: Rosiya berê mûşekên xwe dide Idlibê

Sep 22 2018

Tevî lhevkirna rosî turkî derbarê dilba sûryê û biryara avakirna navçeyeke bê çek, rojnameyeke rosî dbêje rosya berê mûşekên xwe daye dilbê.

Rojnameya nîzafîsîmaya gazîta ya rosî belavkirye ku rêxistna bnavê tehrîr elşam li dilbê wê mercên rêkeftna avakirna navçeyeke bê çek li dilbê bcî neke.

Li gorî wê rojnameyê ku jber sedema nebcîkirna tehrîr elşam ji rêkeftna dilbê re, dvê hêz jbo neçarkirna wan jbo danîna çekan û derketin ji navçeya bê çek, were bkaranîn.


Rojnameya rosî got ku wezîrê berevanyê yê turkyê raghandye ku welatî wî wê operasyonên leşkerî li dilbê bi hemahengî li gel rosî berdewam bke.

Rojnameya navborî got ku Rosya jî xwe ji bo operasiyona leşkerî li bakurê Sûriyê amade dike, û dûr nabîne ku gemiyên Rosî yên şer ku rahênanên xwe li rojhilatê Deryaya Spî pêk tînin, bi mûşekan komên çekdar yên nerewayî li Idlibê armanc bkin.

Li ser rêkeftna Idlibê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî careke din dlixweşiya xwe nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku rêkeftinê bi cî bikin û sivîlan biparêzn.

Entoniyo Gotîrês emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî di kongirekî Rojnamevanî de li baregeha Netewên Yekgirtî li Niyoyorkê got eger bi şêweyekî rasteqîne rêkeftina Sotşî were bicîkrin, dibe ku sê meliyon sivîl di nav wan de meliyonek zarok, ji karesatekê werin rizgarkirin.

Gotîrês herweha banga karê bilez ji bo bicîkirna bêşketineke bihtir di piroseya Cinêvê de kir, nexasm piştevaniya Stîvan Dîmestora di avakirina Komîteya Destûrî de.