Zarokekî li Reqayê jiyana xwe ji dest da

Zarokekî li Reqayê jiyana xwe ji dest da

Sep 22 2018

Di encama teqîna mayineke çandî de zarokekî li Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku di encama teqîna mayineke çandî de li gundê Dili' yê nêzîkî bajarokê Silok li gundewarê bakurê Reqayê zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûriyê di raporteke xwe de eşkere kiribû ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê ta niha 410 kes li ser destê cendirmeyên Turkiyê hatine kuştin, di nava wan de 75 zarok û 37 jin jî hebûn.

490