Zarokekî Qamişlo ji aliyê Turkiyê ve hat gulebarankirin
Zarokê bi navê Ebdula Berzan ku welatiyê gundê Xerab Kurt yê bi ser bajarê Qamişlo ve ye raserî guleyekê ji aliyê çendirmeyên Turkyê yên sînorî ve hat.
Ew zarok hat veguhestin ji bo nexweşxaneya Ferman ya Qamişlo û piştî çend demjimêran ji çavdêryeke pizîşkî bilind û ji ber rewşa wî ya tenduristî ya xerab ji bo Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina tedbîrên pizîşkî yên pêwîst hat veguhestin.
Li Rojavayê Kurdistanê di dirêjahya şoreşa Sûriyê de bi sedan welatiyên sivîl ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hatine armanckirin û hejmarek mezin ji wan jiyana xwe ji dest dane, praniya wan ciwanên ku xwe ji leşkeriya neçarî ya PYDê rizgar dikin.
563
