Daxuyaniyeke şermezarkirina revandina endamê ofîsa ragihandinê ya Berê Husam El-Qis

Daxuyaniyeke şermezarkirina revandina endamê ofîsa ragihandinê ya Berê Husam El-Qis

Jun 04 2021


Li gorî zaniyariyên gihiştin me di Bera Aştî û Azadiyê de, ku komeke çekdarên rûveşartî îro Pêncşemê 3-6-2021 endamê ofîsa ragihandinê di Berê de û endamê rêxistina Aşûrî Husam El-Qis revandin, di dema ku wî hewl dida li tirimbêla xwe siwarê li bazirgeha bajarê Dêrikê, û di dema hevalê me Husam berxwe da da ku wî nerevînin rastî lêdanê ji hêla wê koma çekdar hat, û hate veguhestin bo ciheke nediyar.

Em di Bera Aştî û Azadiyê de, revandina hevalê xwe Husam şermezar dikin, ku ew kareke berovajî yasayan ne, û em Rêveberiya Xweser berpirsbar dikin di ber vê destdirêjiyê de ku ew hêza bitenê ye yak u çekdar e, û ew xwediya desthilataê ye li deverê, û berpirsyar e di ber ewlehî û jiyana welatiyên me û azadiya wan, û mafê wan yê derbirînê bi awayeke azad û aştiyane, û em doza serbestberdana bi lez bo hevalê xwe Husam dikin, û herweha dadgehkirina tewanbaran jî.

Azadî bo hevkarê me Husam El-Qis

Na ji bo tirsandin û revandin û tunekirina bizorê

Komîta serpiriştdar ya Bera Azadî û Aştiyê

Qamişlê 3-6-2021

426