Lubnaniyan rêgirî li meşeke piştgir ji serokê rêjîma Sûriyê re kir

Lubnaniyan rêgirî li meşeke piştgir ji serokê rêjîma Sûriyê re kir

May 22 2021

ARK NEWS... Hevdemê vekirina dergehên balyozxaneyên Sûrî li welatên herêmî û Ewropî bo dengdan li ser hilbjartinên serokatiya rêjîma Sûriyê, penaberên Sûrî yên ku li Lubnanê dimînên meşek piştgir ji Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê encam dan.

Medyaya Lubnanî ragehand, ku hejmarek alîgirên Beşar Esed li devera Coniye li Lubnanê meşek piştgir bo serokê rêjîma Sûriyê encam dan û tê de alîgirên serokê rêjîma Sûriyê wêneyên Beşar û ala rêjîmê bilind kirin, lê ew meşa piştgir rêgirî lê hate kirin ji aliyê ciwanên Lubnanî ve û rê nedan wan, ku meşa xwe berdewam bikin.

Di wê rêgiriyê de wêneyên Beşar yên, ku hatbûn bilindkirin hatin qetandin herweha ala rêjîmê û siloganên hatbûn bilindkirin jî anîn xwarê.

625