Heleb... Keçek bi guleya çekdarên rêjîmê jiyana xwe ji dest da

Heleb... Keçek bi guleya çekdarên rêjîmê jiyana xwe ji dest da

May 18 2021

ARK NEWS... Li bajarê Helebê yê Sûriyê di encama guleyeke bêserûber de keçekê jiyana xwe jidest da.

Rewangiha Sûriyê ya Mafê Mirovan belavkir, ku li taxa Himêdiyê ya bajarê Helebê nakokî di navbera du çekdarên rêjîma Sûriyê de rû da û ew nakokî bû şerekî bi çekan, di encamê de keçeke sivîl li pêş mala xwe bi guleyên wan hat armanckirin û jiyana xwe ji dest da.

Herweha jêderê amajekir, ku rewşeke metirsiyê di nav malbata wê keçê û neşteciyên taxê de dirust bû, û welatiyan daxwaza derxistina çekdarên rêjîmê ji deverê kir.

434