16 sal li ser revandina kesayetiya olî Şêx Xiznewî re derbas dibin

16 sal li ser revandina kesayetiya olî Şêx Xiznewî re derbas dibin

May 11 2021

ARK NEWS... Beriya 16 salan, di rojeke weke îro de, kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî li ser destê rêjîma Esed hate revandin û piştre hate terorkirin û şehîd bû.

Di 10ê Gulana sala 2005an de kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî ji aliyê endamên sêxuriyê bi navê ewlehiya esmanî ya rêjîma Esed ve hat revandin.

Di 01 Hezêrana heman salê de, termê wî yê pîroz li goristaneke bajarê Dêra Zorê hat dîtin û şûna îşkenciyê li ser termê wî diyarbû, ku ev yek bû cihê şermezariyê ji aliyê miletê kurd ve û piştre termê wî yê pîroz ji bo malbata wî hate radestkirin û li Qidûr Bek bi xakê hate spartin.

Şêx Meşûq Xiznewî jidaykbûyê sala 1958an e, ji gundê Til Me'rûf yê bi ser bajarê Qamişlo ve ye.

345