Hewlêr... Qedexeya çûnûhatinê di rojên cejna remezanê de tune ye

Hewlêr... Qedexeya çûnûhatinê di rojên cejna remezanê de tune ye

May 08 2021

ARK NEWS... Odeya biryardanê li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, biryareke nû derxist tê de biryara qedexeya çûnûhatinê di rojên cejnê de pûç kir.

Odeya biryardanê da zanîn ku di rojên cenja remezanê de, rewş asayî ye, û qedexeya hatûçûnê tune ye, herweha rê di navbera parêzgehan de dê vekirî be.

Odeya navbûrî banga pabenbûna bi rênima û rêkarên xweparastinê kir, herweha anî ziman ku kombûn li cihên geştûguzarî qedexe ye..

Ev biryar di demekê tê ku wezareta hundir ya herêma Kurdistanê biryara qedexeya çûnûhatinê dabû, û biryara dawî bi destê odeyên hundirîn de hiştibû.

Ş.E

261