Blînkin: Welatên G7 tekezî li ser pabendiya xwe ji dîtina çarseriyekê ji kirîza Sûriyê re kir

Blînkin: Welatên G7 tekezî li ser pabendiya xwe ji dîtina çarseriyekê ji kirîza Sûriyê re kir

May 07 2021

ARK NEWS... Wezîrê derve yê Emerîka got, ku dewletên G7 tekezî li ser pabendbûna xwe ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re dikin.

Antonî Bilînkin, wezîrê derve yê Emerîkayê, ku beşdarî di civînên wezîrên derve yên her heft dewletên G7 di tûytekê de got: Ew û hevşanên xwe tekezî li ser pabendbûna xwe ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, û piştevaniya Netewên Yekgirtî bi derbaskirina alîkariyan dikin.

Bilînkin got jî: dê karê wan li ser xalên biryara 2254 ya ku ji aliyê Encûmena Ewlehî ya Navdewletî derketî berdewam bikin.

Lêdwana wezîrê derve yê Emerîka di demekî de tê, ku niha rêjîma Sûriyê amadekariyên hilbijartinên serokatiya Sûriyê dike.

399