HN pabendiya xwe ji bo nexşerêya Minbicê nîşan dide

HN pabendiya xwe ji bo nexşerêya Minbicê nîşan dide

Sep 19 2018

Hevpeymaniya Navdeweltî pabendiya xwe ji bo bicîkirna nexşerêya Minbicê nîşan da.

Eqîd Şon Rayan berdevkê Hevpeymaniya Navdeweltî di beşdariya xwe di civîneke Wzareta Derve ya Emerîkî de duh got çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk yên bi ser PYDê ve wê ne beşek bin ji Minbcê.

Rayan tekez kir ku Waşintun bi nexşerêya ku bi Turkiyê re li ser Minbcê li hev kiriye pabend e ku tê de hatiye divê çekdarên Sûriyaya dîmuqratîk li wî bajarî nemînin.

Rayan eşkerekir ku hîn hejmareke biçûk ji çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk li Minbicê mane û ew pabend in bi bicîkirina nexşerêya Minbcê wate Sûriyaya dîmuqratîk wê nebeşek bin ji Minbcê.

566