22 sal li ser koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî re derbas bibin

22 sal li ser koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî re derbas bibin

Dec 27 2020

ARK NEWS... Siba roja Duşemê 28ê Berçileya 2020an, 22sal li ser koçadawiya xebatkar û Pêşmerge Ekrem Melkanî re derbas dibin.

Kurtejiyan:

Ekrem Melkanî yek ji serkirdeyê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bû, ku ji ber helwêstên xwe rastî astangiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê û hejariya jiyanê ve hat , ku ta koçadawiyê jî ji wan helwêstan nehat xwarê.

Ekrem Melkanî, ku dihat naskirin bi bavê Qehreman ji dayîkbûyê sala 1952an bû, û bi xwa xelkê bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, xêzandar bû, û bavê 5 keçan e.

Bavê Qehreman di sala 1968an de tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bû, kesek çalak û kurdperwer bû, û dihat naskirin bi hezkirina wî ji netew û partiya wî re, lewma di sala 1982an de pileya komîteya herêmî wergirt.

Bi sedema çalakiyên wî di nava partî de, gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîmê li bajarê Dêrkê, û bi taybet ewlekariya Eldewle ve dihat xwestin, û di her carekê de rastî lêkolîn û işkenceyê dihat.

Bavê Qehreman di navenda çandiniyê li bajarê Dêrikê de karker bû, lê û ji ber çalakiyên wî yên siyasî serokê navenda ewlekariya Eldewle ya rêjîmê li bajarê Dêrikê Ebû Ubeyda ew ji karê durxist.

Herwiha ji bilî işkenceyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, sê caran kete di zîndanên rêjîma Sûriyê de, carekê li zindana Dêrkê , carekê li zindana Qamişlo û careke din li zindana Hesekê.

Ji sala 1983an ta sala 1986an berpirsê rêxistina Koçerat ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya, bû herwiha ji sala 1986an ta sala 1998an berpirsê rêxistina aliyan ya heman partiyê bû.

Bavê qehreman di gelek bone û kongiran de nûnerê partiya xwe bû , mîna kongirê 11an yê Partiya Demoqrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, ku weke nûnerê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdar bû.

Di sala 1998an de rastî nexweşiya penceşêrê hat, û piştî sê mehan ji nexweşiyê ango di roja 28 Berçileya sala 1998an de koça dawî kir, û bi wê yekê tevgera siyasî ya Kurdî û Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya yek ji xebatkarên xwe ji dest da.

627