Çekdarên sêxuriya rêjîmê welatiyekî Efrînî li Helebê revand

Çekdarên sêxuriya rêjîmê welatiyekî Efrînî li Helebê revand

Apr 24 2021

ARK NEWS... Li bajarê Helebê çekdarên sêxuriya esmanî yên rêjîma Esed, welatiyekî kurd ji nişteciyên taxa Şêx Meqsûd revand, bê ku sedemên revandinê diyar bibin.

Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine: Welatiyê kurd Mihemed Mustef Ebdulrehman, li bajarê Helebê ji 10ê Nîsanê ve revandî ye, tu agahî li ser wî nehatine belavkirin.

Heman jêderê da zanîn ku ew welatî ji şêniyên gundê Gewrika yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, piştî ku ji Efrînê derket li Helebê niştecî bibû.

Ji aliyê xwe rêxistina mafê mirovan li Efrînê hin agahiyên zêdetir belav kirin ku ciwanê kurd weke ajokar kar dikir, ji berk u bi zimanê Rûsî jî diaxivî hin caran pisprên rûsî bi teksiya xwe digihandin belafirxaneya Kiwêris.

Ş.E


354