Kesin devnixumandî ciwanekî kurd li Helebê revand

Kesin devnixumandî ciwanekî kurd li Helebê revand

Apr 10 2021

ARK NEWS... Li taxên kurdan li bajarê Helebê yên di bin destê PYDê de, grûpeke nenas ciwanekî kurd revand, tevî hewlên berdewan tu agahî li ser tune ne.

Çalakvan Dara Huserî l, li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir ku grûpeke devnixumandî ciwanê kurd Mahir Ehmed Îbrahîm ji 12ê Sibata îsal revand.

Navbûrî da zanîn ku dema malbat pirsa kurê xwe ji rêveberiya PYDê dikin, bersiv ew e ku ne li cem wan e, û tiştekî li ser nizanin.

Ciwanê kurd ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, xêzandar e, bavê zarokekî ye.

Ş.E


421