Rêjîma Esad di armanckirina Idlibê de berdewam e
Apr 10 2021
ARK NEWS... Çekdarên rêjîma Esed rojane devera kêmkirina asta şer li Idilbê armanc dike, û di encamê de ziyanên madî û canî dikevin.
Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihand, ku piştî pêkanîna rêjîma Esed ji komkujiyekê re bi rêya armanckirina otombîlekê li Başûrê Idilbê, ku di encamê de 7 kes ku 3ê zarok û du jin jî hene canê xwe ji dest dan.
Roja Înê 09. 03. 2021, careke din danê sbehê rêjîma Esed bi mûşekan derdora bajarê Erîha li başurê Idilbê, û deverên li navçeya Elbare li çiyayê Elzawiye bombebaran kirin.
340