Teqînek bihêz li Babê çê bû

Mar 20 2021

ARK NEWS... Di berdewamiya rûdana teqînan li bajarên di bin destê Turkiyê û çekdaran de, teqîneke bihêz li bajarê Babê rû da.

Îro teqînek bihêz li navenda bajarê Babê rû da, di encamê de kuştî û birîndar ketin, herweha ziyanek mezin gihişt mal û mulkên welatiyan.

Jêderên xwecihî eşkere kirin ku teqîn li çarrêya Qebasîn çû bû, û weke her teqînekê tu aliyekê berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye, lê di her demekê de li bajarên Babê, Ezazê, Cerablusê, Efrîn û Serê kaniyê de teqîn rû didin.

Ş.E

363