11 sûrî li ser sînorê Iraqê hatin girtin

11 sûrî li ser sînorê Iraqê hatin girtin

Feb 23 2021

ARK NEWS... Îro, 11 welatiyên Sûrî ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Iraqê bibin, hatin girtin.

Li gor beşê ragihandina ewlekarî ya ser bi wezareta berevaniya Iraqê ve belav kiriye, ku 11 welatiyên Sûrî li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hatin girtin.

Heman jêderê da zanîn ku wan dixwestin bi rêyên nerewa re derbasî Iraqê bibin, lê li Rojavayê Nînewa hatin girtin.

Beşê ragihandina ewlekarî anî ziman ku lêpirsîn û vekolîn bi wan re berdewam e.

Ş.E

415