PDKSê seredana welatiyê di êrîşa Hewlêrê birndar bûye kir

PDKSê seredana welatiyê di êrîşa Hewlêrê birndar bûye kir

Feb 18 2021

ARK NEWS... Şandeke Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya PDK-Sê, seredana welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê ku di êrîşa terorî de li ser Hewlêrê ji beriya cend rojan birîndar bibû kir.

Îro Pêşemê 18 Sibata 2021, şandeke PDK-Sê bi serokatiya Serhan Hesen endamê komîta navendî ya PDK-Sê û hejmarek ji endaman serdeana welatiyê bi navê Mustefa Qadir Nebo li nexweşxaneya Emir Cinsî li Hewlîrê kir. Şanda PDK-Sê daxwaza saxî û silamtiyê ji Mustefa Nebo kir.

Mustefa Qadir Nebo ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye û penaberî Herêma Kurdistanê bûye û di êrîşa terorî ya li ser Hewlêrê di 15ê mehê de birîndarbû.

Û ji ber birînin wî ji bo nexweşxaneyê hate veguhstin û careseriya bizişkî jêre tê kirin.

375