Çekdarên PYDê çalakvan Fener Mehmûd serbest berda

Çekdarên PYDê çalakvan Fener Mehmûd serbest berda

Feb 11 2021

ARK NEWS... Îro, 11ê Sibata 2021ê, çekdarên PYDê, çalakvanê Kurd, Fener Mehmûd ji zîndanên xwe serbest berda.

Fener Mehmûd, bi xwe çalakvan û ragihandkar e, ji 23ê meha Çileya bûrî ve, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû revandin. Piştî 19 rojan ji revandinê, li gor jêderêke agahdar ji ARKê re tekez kiriye, Fener Mehmûd, hate berdan.

Fener Mehmûd, weke ragihandkarekî kar dikir, û êş û azarên şêniyên Rojavayê Kurdistanê li ser hejmarên xwe di torên civakî de, belav dikir, tu carî jî rexneyên tund yan gotinên dûr ji rewişt û prensîpan arastî tu aliyekê nekiribû. Bi tometên dûr ji rastiyê hatibû revandin.

Ş.E

289