Li  Qamişlo Rêjîm astengiyan ji welatyian re derdixe

Li Qamişlo Rêjîm astengiyan ji welatyian re derdixe

Sep 15 2018

Li bajarê Qamişlo dewriyên Rêjîmê welatiyan radiwestîne û bi şêweykî kirêt li ser nasnameyên wan disekine û astengiyan jî derdixe.

Jêderke taybet ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku dewriyên Rêjîma Esed li ser her du rêbendên taxa Tey û filkeya Zorê ango dewara Zorê welatiyan radiwestînin û bi şêweykî nexweş li ser nasnameyên wan disekinin û pirsên bêserûber ji xelkê dikin û astengiyan jî derdixin.

Her dem û demekê Rêjîm çekdarên xwe li bajêr belav dikin û rêbendan li cihê ku dixwazin dideynin û ciwanan ji bo leşkeriya xwe ya neçar û leşkeriya yedek digrin.

566