Jêder: Alîkarî derbasî Şehbayê bûn
Feb 03 2021
Hevdemê behsa rêkeftinekê navbera rêjîm û PYDê, bi navbênkariya Rûsiyê tê kirin, duh hin alîkarî derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û navçeyîn Şehbayê bûn.
Jêderên xwecihî belav kirin: Çend barhilgirên ku ji alîkariyên mirovî pêk dihat derbasî navçeyên Şehbayê bûn.
Deverên Şehbayê, ku derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê lê dimînin, ji beriya çend heyvan, ji aliyê rêjîmê ve hatibû dorpêçkirin, ew ji bi buhaneya ku PYDê çargoşeya ewlekarî yên rêjîmê li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dorpêç kiribûn.
Ş.E
209