NY : bêtirî melyonek  ji welatiyên Sûriyê derbeder bûne .

NY : bêtirî melyonek ji welatiyên Sûriyê derbeder bûne .

Sep 14 2018

Komîta vekolînê ya Netewên Yekgirtî ragihand ku rêjeya derbideriyê li Sûriyê gelek bilind bûye , ku bûye bilintirin rêje ji destpêka kirîza Sûriyê beriya 7 salan .

Komîta vekolînê ya Netewên Yekgirtî di raporteke xwe de diyar kir ku di 6 heyvên bûrî de bêtirî melyon kes di Sûriyê de derbider bûne û agahdarî da eger rewş li Idlib xirab bibe wê hijmara derbideran gelek bilindtir bibe .

Serkê komîta vekolînê ya netewên yekgirtî Bawlo Bînîro got pêwîste hemî alî bighin rêkeftinekê li Idlibê û diyar kir nerêzgirtina her aliyekî ji berpirsiyaretiya xwe derbarê sivîlan nayê qebûlkirin .

Bînîro serbar kir û got pêwîste hemî cîhan bizane ku divê rêjeya derbederiyê li Sûriyê û cîhanê bi giştî kêm bibe bi taybet ku bêtirî 6,5 melyon kes li Sûriyê di bin metersiya derbederiyê de ne .

Komîtê metirsiya xwe ji hijmara mezin ya derbideran yên ku niha li Idlibê dimînin nîşan da ku jiyna wan hemiyan di metirsiyê de ye eger êrîş li ser Idlibê hat pê anîn .

Komîta navbûrî daxwaz ji hemî aliyên Sûriyê û civaka navdewletî kir giringiyê bidin babeta derbiderên hindurê welat beriya hemî tiştan e .

Ji aliyê xwe ve komîsara Netewên Yekgirtî karîn Ebû Zêd ragihand ku bi 10 hezer kes bi zorê ji bajar û bajarokên xwe hatin derxistin tevî wê yekê pêwîste pêdawîstên jiyanê ji wan re werin peydakirin ji aliyê aliyên ku danûsitndin li ser wan dikin lê hemî aliyan ev yek nekir .

405