Brîtaniya dê di piştevaniya Kurdistan û Pêşmergeyan de berdewam be
Feb 02 2021
ARK NEWS... Roja Duşem 01.02.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel kir.
Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, rewş û guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan. Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Bexda jî her du alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîst e giriftan li çarçêweya destûr û li rêya diyalog çareseriyê de bê kirin.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamiya welatê xwe ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
205