Kamîran Haco: Ez Kurd im û tu hêz nikare min bike ereb

Kamîran Haco: Ez Kurd im û tu hêz nikare min bike ereb

Feb 02 2021

ARK NEWS... Kamîran Haco, nûnerê Kurdan di komîta destûra Sûriyê de, di gera 5an de gotarek pêşkêş kir, tê de, bersiva beşdabûyekî ji şanda rêjîma Sûriya da, û got: Ez Kurd im, tu carî kes nikare min bike ereb. Naveroka gotara Haco weke ARKê wergerandiye ev e:

Beriya du rojan hin hevalan beşdarî li ser mijara ereb û Irobiyetê kir, bêguman tu pirsgirêk bi Irobiyetê re weke netew, û şaristanî tune ye, lê belê gelo ma qey ew yek dibe şaristanî dema li ser hisabê bêparkirina pêkhateyên din ji maf û hebûna xwe be?

Gelo rast e, ereb û Irobiyet, nimûneyek baş, di rûbirûbûna projeyên perçekirinê da cîhanê? Kesê beşdar li ser çi diaxive gelo, ku axaftina xwe li ser gotinek -Hedîs- pêxember Mihemed spart, ku dibêje: Kî bi erebî axivî ew ereb e, gumanên min li ser vê gotina Pêxember hebû, ji ber ku ez di karûbarên olî de ne gelekî agahdar im, min berê xwe da GOOGLE, tê de li gorî malpera Îslam WEB diyar bû ku gotinek yan hedîsek lawaz e.

Ka em behsa rastiya vê gotina Pêxember bikin: Ez bi erebî diaxivim, min bi erebî xwendiye, lê ez ne ereb im, ta roja qiyametê ez nabim ereb, tu hêz nikare min bike ereb yan netewek din, di vê hole de gelek mînak hene, bo nimûne, birêz Pêdirson bi înglîzî diaxive, herweha herdu serok, lê gelo ew Îngilîzî ne, birêz Niûmkin jî bi erebî diaxive ma gelo ereb e?
Çima birêzê beşdar dixwaze, ol bi rêya gotinek -Hedîs- Pêxember ya lawaz e, ji bo berjewendiyên siyasî bi kar bîne, ma ev yek çê dibe qey?

Tu kes ne li dijî wê yekê ye, ku ereb şanaziyê bi irobiyeta xwe û bi zimanê xwe bikin, lê tişta em red dikin, hin kes, nerazî ne ku Kurd bi kurdiyatiya xwe şanaz bin herweha Aşor jî, tişta li ser xwe maf dibîne, li ser xeynî xwe red dike, ew yek jî tawaneke divê were sizedan.

Çawa em behsa hemwelatîbûnê dikin, di heman demê de em pêkhateyên din nepejrînin. Em behsa hemrengiya çandî dikin, di heman demê de, em wê hemarengiyê bi nedanpêdanê dikujin. Em nexwazin, wek van mejê û ramanan, beşê ji Sûriyê maye jî li ser astên netewî û çandî birûxîne.

Çawa em behsa wekheviyê dikin, tu dibînî ku Irobiyet şaristanî ye, tu ji hemû pêkhateyan dixwazî danpêdanê bi vê yekê bikin. Ev tê wê wateyê ku beşdakirina pêkhateyan di şaristaniya tu behs dikî, red dikî, ma şaristanî çi ye, ma ne hejmarek diyardeyên zanistî, wêjeyî, hunerî, civakî ye, û her şaristaniyek mirovî di her qonaxekê li ser van ezmûn û xalan çê bûne.

Çawa tuyî min bi wekheviyê navbera welatiyên sûrî de, bide bawerkirin, û yasayên sûrî, welatiyên Sûriyê wek yasaya regeznameyê, hejmara 276 sala 1969 û yasaya karûbarên sivîlan hejmar 26 ya sala 2007, welatiyên Sûriyê bi ereban bi nav dike.

Bila ez ji we re hin xalên ku bi navê Irobiyetê çê bûne bibêjim:

Henûna Kurd, Suryan, Aşorî û pêkhateyên din ji bilî ereban hat redkirin.
Bi sedê hezaran ji Kurdan ji regeznameyê li gor amara awerte bêpar man.
Navê bi sedan gundên Kurdan ji bo navê erebî hatin guhertin.
Erebên Xumer bi mebesta guhertina demoxrafî hatine bicîkirin.
Çand û zimanên Kurdî û suryanî hatin qedexekirin.
Aheng, helkeft û boneyên netewî weke Cejna Newrozê, sersala Aşoriyan hatin qedexekirin.
Ev çi girêdaneke pîs e ji bidestxistina netewên ji bilî ereban ji mafê xwe re ku dibe gefek li ser lrobiyetê.

Ez Kurd im, ez Suryanî me, ez Turkiman im, çima tu dixwazî min bixê çarçoveyekê li gorî pîvana xwe zas kiriye, divê tu danpêdanê bi hebûna min bikî ta ez dilrihet bibim, û axaftina te li ser hemwelatiyê wekhevî bawer bikim.

Ji roja damezrandina dewleta Sûriyê, dewleteke cur bi cur e, di her qonax û astekê de, ta hemarengiya netewî ji hemû destûran hat dûrxistin, diyar e, hîn jî hewl hene kar li ser wê dikin, di bin siya hemwelatî û netewiyê de. Hûn dizanin ezmûna me bi nasnameya erebî re çi bû, tu carî we zîncîrek ji dirameya Sûriyê dîtiye ku bi Kurdî diaxivin, Tu carî navê we dîtiye kolan bi navên xeynê kesayetiyên erebên îsalmî hatin binavkirin.

Lewma, her nasnameyeke netewî Sûrî, ne ji hemarengiya netewî, olî, çandî û şaristanî be, dê bimîne nasnameyek xwar û kêm, û nûneratiya nasnameya Sûrî ya rasteqîne nake, ku heta niha, nasnameya Sûrî ya rasteqîne li hemarengiyê diyardeyên rastiyane li ser bingehên mûzîk, huner, wêje, stran, herweha zaravên xwecihî û navên
ye sedan gund û bajarokan şûnên kevnarî û şûnwarî tekeziyeke li ser şaristaniya Sûriyê ya rasteqîne.

Birêz û xanimên hêja dewleta hemwelatîbûnê, divê welatek be ji hemû welatiyan re, eger her rengek netewî, olî, eydiylojî, bi dewletê ve ket, wê demê dê bibe dewleta zordarî li ser pêkhatiyên din.û dewleta
beşek ji Sûriyan nabe dewleta hemû Sûriyan.

Ş.E

407