Mesrûr Barzanî: Îro roja yekbûna gelê Kurd e
Jan 26 2021
ARK NEWS... Di salvegera şeşan ya rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro 26ê Çileya 2021, nameyek belav kir, tê de got îro roja yekbûna Kurd e.
Mesrûr Barzanî ragihand: Îro ne tenê bîranîna azadkirina Kobanê ye ji dagirkerî û zordariya DAIŞ’ê ye, lê belê bîranîna yekbûna gelê Kurd e jî li dijî dijminekî hevpar.
Da zanîn: Ev e jî bîranînek bihêz e ku hertim bi hevrêzî serkeftîtirîn in.
Beriya 6 salan, sala 2015an de, bajar û gundên Kobanê, bi giştî ji destê DAIŞê hat derxistin.
Ş.E
453
